PDKê, li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da

31 gulan 2023 19:00
PDKê, li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da

PeyamaKurd- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê daxuyaniyek da.

Mehmûd Mihemed di daxuyaniyê de bang li partî û rêxistinan kir ku hevkariyê bikin da ku hilbijartineke adil çêbibe.

Daxuyaniya Mehmûd Mihemed, bi vî awayî ye:

“Wekî tê zanîn, Partiya Demokrata Kurdistanê; hemû hewilên xwe dane da ku di dema dawî ya xula 5an a Parlamentoya Kurdistanê de hilbijartin di dema xwe de were kirin. Ji bo vê mebestê jî daxwaz ji aliyên beşdar di proseya siyasî de hat kirin ku gavên cidî ji bo amadekariya hilbijartinan li gorî dema qanûnî bihavêjin.”

Em venagerin ser şirovekirina pêngavan û nîgeraniyên xwe yên li ser proseyê, lê em bang li hemû alî û hemwelatiyên Kurdistanê dikin ku hevkar bin û hilbijartinên paqij û dadperwerane bikin. Her wiha em bang li hikûmet û saziyên pêwendîdar dikin ku ji bo biserxistina pêvajoyê gavên pêwîst bihavêjin û em careke din diyar dikin ku ya girîng ji bo partiya me ew e ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çawa bên birêvebirin.”

Dirêjkirina sala yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê jî di nav de Dadgeha Federalî îro li ser gelek gilî û gazinan civiya. Dadgehê biryar da ku dirêjkirina sala yasayî ya parlamentoyê ne destûrî ye.

Di encama dengdana roja 9ê Cotmeha 2022yan a li Parlamentoya Kurdistanê de dema yasayî bo saleke din hat dirêjkirin.

Hat ragihandin ku biryar bi dengên ‘Erê’ yên 80 parlamenteran hat qebûlkirin. Li gor biryarê sala yasayî ya parlamentoyê dê heta mehên dawî yên sala 2023yan berdewam bike.