Iraq | Dadgeha Federal biryara girtina hemû malperên ne ehlaqî da
14 berfanbar 2023 23:08
PeyamaKurd – Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar da ku hemû malperên ne ehlaqî yên li seranserê welat bên girtin yan jî astengkirin.
Li gorî biryara ku îro 14ê Kanûnê hate eşkere kirin, dê hemû malperên pornografî û ne ehlaqî bên astengkirin.
Hate diyarkirin ku biryar li ser doza giliyê parlamenterê Iraqê Basm Xaşan hatiye dayîn.
Piştî biryarê ferman bo Wezareta Gihandinê, Medya û Desteya Pêwendiyan hate dayîn biryara were bicihkirin.
Hêjayî gotinê ye, her çiqas ji sala 2015an ve li Iraqê zêdetirî 4 hezar malper hatine astengkirin jî bikarhêner wan bi awayekî vedikin û bikar tînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Dadgeha Federal biryara dûrxistina Serokê Parlamentoya Iraqê derxist
14 mjd 2023
Cîhan
Pêkhateyên Kurdistan: Biryara Dadgeha Federal ji bo Iraqê gef e
28 sbt 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin