15 baroyan derbarê biryara CHPê de daxuyanî dan: Biryar nayê qebûlkirin

22 gulan 2026 09:07

Panzdeh baroyên herêmê, ku di nav de Baroya Amedêr, Wan, Riha û Batmanê jî cih digrin derbarê biryara betalkirina Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPê de daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku destwerdana neqanûnî ya di partiyên siyasî de nayê qebûlkirin.

15 baroyan derbarê biryara CHPê de daxuyanî dan: Biryar nayê qebûlkirin

RûpelNews - Baroyan destnîşan kirin ku biryara ‘betala teqez' a ku ji aliyê Daîreya Sivîl a 36emîn a Dadgeha Temyîzê ya Herêma Enqerê ve derbarê kongreya CHPê ya ku di 4-5ê Mijdara 2023an de hatibû lidarxistin de hat dayîn, derbarê mafê dengdan û berbijêriyê û prensîbên nûnertiya demokratîk de fikarên cidî derxistiye holê.

"Partiyên siyasî hêmanên bingehîn yên civaka demokratîk in"

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku partiyên siyasî hêmanên bingehîn ên civaka demokratîk in, û destnîşan kir ku destwerdanên di çalakiyên siyasî de divê li gorî Destûrê û prensîbên gerdûnî yên hiqûqê bin.

"Biryar ne qanûnî ye"

Baroyan herwiha anîn ziman ku desthilata diyarkirina yasayîbûna kongreya partiyeke siyasî di destê lijneyên hilbijartinê û Konseya Bilind a Hilbijartinê de ye û diyar kirin ku biryara navborî di vî warî de jî li dijî qanûnê ye.

Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankir ku bikaranîna qanûnê wekî amûrek ji bo pêşbirka siyasî xetereya binpêkirina aştiya civakî, baweriya bi demokrasî û serweriya hiqûqê dihewîne, û tekez kir ku ew ê di parastina prensîba serweriya hiqûqê ya demokratîk de hişyar bimînin.

Baroyên ku daxuyaniya hevpar weşandine ev in:

Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Batmanê, Baroya Çewlikê, Baroya Bedlîsê, Baroya Amedê, Baroya Dêrsimê, Baroya Colemêrgê, Baroya îdirê, Baroya Qersê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê,Baroya Şirnexê, Baroya Wanê.”