Fermandarekî HSDê: Em amadakarîya serekî giran li Baxozê dikin

01 adar 2019 23:09
Fermandarekî HSDê: Em amadakarîya  serekî giran li Baxozê dikin

PeyamaKurd - Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) aşkere kir ku, ew amadekarîya şerekî giran li gundê Baxozê yê li Dêrazorê dikin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) Mistefa Balî ragihand ku, hemû çekdarên DAIŞê li Baxozê xwe ji şer re amade kirine, tekez kir ku, heta welatiyên sivîl ji Baxozê dernekevin ew êrîşî wê deverê nakin, ji ber ku, wê demê pêşbîniya şerekî giran tê kirin.

HSD hêzeke serbazî ye, Amerîka piştgiriya wan dike bo rizgarkirina deverên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê û YPGê basê PKKê li Sûriyê hêza wê ya sereke ye.