Fermandarekî bilind ê rêjîma Esed bi hinceta têkiliya wî ya bi HSDê re hat girtin!
11 gulan 2021 20:24
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îstixbarata leşkerî ya rejîma Sûriyê bi hinceta ku têkilî û girêdanên wî bi Amerîka û HSDê re hene, fermandarekî payebilind ê artêşê girt.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, Fermandarê Tumena 17. li Dêrazorê Nizar Ehmed Al Khader du hefte berê ji aliyê îstixbarata rejîma Esed ve hatiye binçavkirin.
Hat îdikarin ku piştî binçavkirinê jî dest danîne ser mal û milkên wî fermandarê bilind û bi hinceta pêwendiyên wî bi hêzên amerîkî û HSDê re hebûne jî hatiye girtin.
Herwiha medya herêmî diyar kiriye ku wî fermadarî qaçaxçîtiya petrolê jî dikir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Berpirsekî bilind ê serdema Besar Esed hate girtin
16 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin