Tirkiye bi hinceta asayîbûna bi Esed re hewl dide 'Peyamana Adana' zindî bike!
PeyamaKurd – Bi taybet piştî lutkeya Soçîyê ya Erdogan û Pûtîn, daxuyanî û hewldanên hevnêzîkirina Tirkiye û rejîma Esed karvedaneke mezin di raya giştî de çêkirin. Tirkiyê dixwest operasyoneke nû jî li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne, lê li gorî daxuyaniyên têne dayîn Pûtîn wekî merc lihevkirina bi rejîma Esed re daniye ber Tirkiyê.
Tirkiye dest bi hewla asayîkirina pêwendiyên ligel hikûmeta Şamê kiriye ku ev yek pêşî ji aliyê Wezîrê Derve yê Mevlut Çavuşoglu û piştre jî ji devê Serokomar Recep Tayyip Erdogan hat bilevkirin ku dixwazin piştî 11 salên şerê Sûriyê ku Esed wekî dijmin didîtin, pê re têkiliyên xwe asayî bikin.
Tirkiye eşkere dibêje ku ew dixwazin pêwendiyên ligel Esed bi hin mercan asayî bikin ku yek ji wan jî zindîkirina Peymana Edeneyê ye ku bi mebesta parastina ewlehiya sînorên Tirkiyê sala 1998an ligel hikûmeta Şamê hatibû îmzekirin.
Yekem hevdîtina eşkere ya navbera berpirsên Tirkiye û Sûriyê Çileya 2020an bi hêsankariya Rûsyayê di navbera serokên servîsên îstîxbarata Tirkiye û Sûriyê, Hakan Fîdan û Alî Memlûk de, li Moskowê hatibû kirin ku mijara wê jî hevkariya li dijî hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bû.
Niha jî Tirkiye dixwaze bi Sûriyê re têkiliyan asayî bike û di wê çarçoveyê de jî Peymana Adana ya 1998an çalak bikin.
Peymana Edeneyê çi ye?
Peymana Edeneyê di navbera Sûriye û Turkiyê de, 20ê Cotmeha 1998an bi çavdêrî û alîkariya Îran û Misrê hatibû îmzekirin.
Li gorî lihevkirina bi Tirkiyê re, Sûriye rê nade ku xaka wê ji bo gihandina ziyanê bi ewlehî û aramiya Tirkiyê, bê bikaranîn û rê nade ji bo hawirdekirina çek û keresteyên lojistîkî û alîkariya darayî û propagandayê ji bo çalakiyên PKKê li ser erda Sûriyê.
Herwiha bi wê rêkeftinê re, nakokiyên sînorî yên herdu dewletan bidawî bûbûn û hatibû diyarkirin, heger aliyê Sûrî di standina tedbîrên ewlehîyê yên pêwîst de bi ser nekeve, mafê Tirkiyê heye, heta kûrahiya 5 kîlometreyan derbasî nav xaka Sûriyê bibe.
Niha jî Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojavayê Kurdistanê bi wê hincetê ve girê dide ku dixwaze heta kûrahiya 30 kîlometran jî dirêj bike.
Hin xalên Peymana Edeneyê:
- Sûriye Partiya Karkerên Kurdistanê weke rêxistineke terorî pênase dike.
- Sûriye nahêle PKKê ku rahênana leşkerî û çalakiyan li nav xaka Sûriyê bike.
- Sûriye nahêle endamên PKKê erda wê ji bo derbasî welatekî din bibe, bikar bîne.
- Sûriye wê hemû rêkaran bide ber xwe ji bo rê li ber derbasbûna serkirdeyên PKKê bigire.
- Herwiha herdu alî gihîştin rêkeftinê ku hejmarek rêkar û mekanîzmayan bidin ber xwe ji bo bicihkirina xalên Rêkeftina Edeneyê ku ew jî;
- Peydakirin û karkirina hêleke telefonî di navbera desthilatên ewlehî de, li ser asta bilind, di navbera herdu dewletan de.
- Herdu alî wê nûnerên ewlehî yên taybet li nav şandên xwe yên deplomasî li Enqere û Şamê destnîşan bikin.
- Aliyê Sûrî wê rêkarên pêwîst bide ber xwe ji bo pabendbûna bi bendên rêkeftinê û gihîştina encamên guncaw.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin