Hewla kuştina keça Trump dikir li Tirkiyeyê hat girtin

23 gulan 2026 11:40

Mihemed Bakir Saad Dawud el-Saadî fermandarê Kataib Hizbullahê ku plana kuştina keça Donald Trump Îvanka Trump kiribû, li Tirkiyeyê hat girtin û radestî Amerîkayê hat kirin.

Hewla kuştina keça Trump dikir li Tirkiyeyê hat girtin

RûpelNews - Li gorî raporeke di New York Postê de, sîxurê Sûpaya Pasdaran a Îranê Mihemed Bakir Saad Dawud el-Saadî bi mebesta tola kuştina Qasim Suleymanî hilîne, plana kuştina keça Donald Trump Ivanka Trump kir. Tê îdiakirin ku Saadî plan û nexşeyên veşartî yên qesra Îvanka Trump a li Florîdayê bi dest xist.

Saadî yê 32 salî yê ku sond xwaribû tola mirina Qasim Suleymanî fermandarê Hêza Qudusê ya Pasdarên Îranê yê ku şeş sal berê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin hilîne hewla kuştina Îvanka Trump dikir dem ji Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê dibû hate qefaltin û radestî Amerîkayê hat kirin.

Hat ragihandin Saadî li Ewropa û li Amerîkaya Bakur li dijî Cîhû û gelê Amerîkayê 18 çalakiyên terorî bi rê ve bir.