Zelenskiy: “Em destekê didin hewla Trump ya rawestandina ser”
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku ew destekê didin hewlên serokê DYAyê Trump ya ku dixwaze şerê Rûsya û Ûkraynayê rawestîne. Zelenskiy di civîna çapemeniyê ya Kievê de axifî û got ku muzakere tenê bi Ûkrayna re dikare bêkirin.
Zelenskiy, piştî bi seroka Moldovayê bi Maya Sandu re hevdîtin kir axifî û got ku ji bo şer biqede, divê Ûkrayna here ser masa muzakereyan û weha dewam kir:
“Dikarin tenê bi Ûkrayna re muzakereyan bikin. Eger nebe, bi kêrî tiştekî nayê.”
Serokê DYAyê Trump çend roj berê di rêya videokonferansê de tevlî civîna Davosê ya WEFê bû, ragihand ku dixwaze bi serokê Rûsyayê Putin re li ser rawestandina şer biaxife, hedefekî wî ewe ku şerê Rûsya-Ûkraynayê rawestîne û kiriye armanc ku di nav 6 mehan de peymanekî girêde.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin