Îranê kuştina fermandarekî xwe yê payebilind ragihand
Supaya Pasdaran a Îranê bi fermî ragihand ku fermandarekî wan ê serbazî yê asta bilind û berpirsê darayî yê welat Cemşîd Îshaqî di encama êrîşeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.
RûpelNews - Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wehîdî sersaxî bo malbata Cemşîd Îshaqî xwest, ku ew Serokê Nivîsgeha Budce û Karûbarên Darayî bû di Erkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê de.
Wehîdî diyar kir ku Îshaqî ligel çend endamên malbata xwe di encama êrîşeke asmanî de hatiye kuştin, lê derbarê cihê êrîşê de ti agahî neda.
Îshaqî di lîsteya cizakirî ya Amerîkayê de bû
Cemşîd Îshaqî di Sibata 2025an de ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve hatibû sanksiyonkirin wate di lîsteya kesên cizakirî de bû. Îshaqî bi rêya şîrketeke wehmî ya bi navê "Sepehr Energy" bi şandina bi milyonan bermîl nefta Îranê ji bo Çînê dihat tawanbarkirin. Amerîkayê îdia dikir ku dahatên vê neftê ji bo fînansekirina grûpên wekî Hamas, Hûsî û Hizbullahê dihat bikaranîn.
