Colanî: Em nakevin nava serekî nû û giraniyê didin ser avakirina welatê xwe
PeyamaKurd – Serokê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî (Ehmed El-Şeraa) ragihand ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê berdewam bikin jî, ew nakevin nava şerekî nû û wê giraniyê bidin ser ji nû ve avakirina Sûriyê.
Di daxuyaniya xwe ya dawî ya ji bo çapemeniyê de, Colanî derbarê gelek mijaran de daxuyanî da, êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, avakirina Sûriyeyê û têkiliyên bi Rûsyayê re.
Derbarê têkiliyên bi Rûsyayê re jî Ebû Muhammed Colanî got, “Ev qonax di têkiliyên navneteweyî de rêveberiya hesas dixwaze.”
Colanî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê didomin û got, “Lê belê ev nayê wê wateyê ku em ê têkevin pevçûneke nû. Li şûna pevçûneke nû, em ê piştî Beşar Esed li ser jinûveavakirina welatê xwe bisekinin.”
Ebû Mihemed Colanî got, "Malbata Esed 5 sedsalan bi hesin û agir li Sûriyeyê desthilatdarî kir."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin