Amerîka: Hêzên Tirkiyê nakevine nava Minbicê!
PeyamaKurd- Di 4ê Hezîranê de Tirkiye û Amerîkayê li ser rewşa Minbicê peyman çêkiribûn. Her du aliyan jî gotin ku ji bo Minbicê levhatin çêbûye. Lê belê niha tê nîqaşkirin ku hêzên Tirkiyê wê derbasî nava bajarê Minbicê bibin an na.
Di derbarê mijarê de Berdevkê Koalîsyona li dijî IŞÎDê yê li Sûriye û Iraqê Serheng Sean Ryan daxuyaniyên girîng dan. Ryan got ku leşkerên Tirkiyê derbasî nava bajarê Minbicê nabin.
Ryan wiha berdewam kir: Hêzên Tirkiyê wê li derveyî bajêr bimînin. Amerîka û Tirkiyê bi hev re peymanek çêkirin. Armanca vê peymanê ew e ku li nava bajêr ewlehî û aramî çêbibe. Peymana ku hatiye çêkirin, hê nû ye; hemî hûrgilî hê nehatine eşkerekiri. Min bi xwe jî teksta peymanê hemî nedîtiye. Lê belê tişta ji me re hatiye gotin ev e: Tirkiye nakeve Minbicê an jî dereke dî…

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin