Pentagon: Hêzên Tirkiyê nakevine nava Minbicê de!

19 hezîran 2018 16:29
Pentagon: Hêzên Tirkiyê nakevine nava Minbicê de!

PeyamaKurd- Duh li ser medyaya civakî hinek wêneyên leşkerên Tirkiyê hatine parvekirin û hat îddakirin ku leşkerên Tirkiyê bi yên Amerîkayê re li Minbicê dewriyê tavêjin.

Piştî van wêneyan, Erkdarên Tirkiyê jî hinek daxuyanî dan û gotin ku wekî ku me di 4ê Hezîranê de li hev kiribû; li gorî nexşerêya Minbicê, leşkerên me û yên Amerîkayê bi hev re dewriyê tavêjin.

Erkdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî daxuyaniyek dan û gotin ku rêvebirina bajarê Minbicê di destê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Eric Pohen jî di derbarê mijarê da axivî û got ku artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê û hinek komên opozîsyona Sûriyê yên dî jî derbasî nava bajarê Minbicê nabin. Dewriye jî, tenê li derveyî bajêr li ser tixûbên bakur têne kirin.