ÎDIA | Amerîkayê kordînatên hêzên xwe yên Rojava dan Tirkiyê

18 berfanbar 2018 18:45
ÎDIA | Amerîkayê kordînatên hêzên xwe yên Rojava dan Tirkiyê

PeyamaKurd – Li demeke ku Tirkiye bo Rojhilatê Çemê Firatê gefa operasyonê dixwe, hat ragihandin ku Amerîkayê şeva borî vê gefa Tirkiyê cidî dibîne û kordînatên hêzên xwe yên li Sûriyê dane Tirkiyê.

Piştî gefên dubare yên Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, peyamnêrê televizyona Haberturkê Çetîner Çetîn got, “Amerîkiyan şeva borî kordînatên hemû xalên Bakurê Sûriyê (Rojava) ku hêzên wan lê dimînin artêşa Tirkiyê re parve kir.”

Li gor Çetîn, artêşa Tirkiyê pêşî Şingal bombardiman kiriye ku wekî Qendîla duyem dibîne û ew dever ji bo rêxistinê gelekî girîng e.

Çetiner Çetin dibêje, mebesta Tirkiyê ew e ku bikeve Tel Abyad (Grê Spî) û herêma Kobanîyê û herêma Kurd a jêr kontrola YPGê ji hevdu qut bike daku rewşê vegerîne heyama 2013an.