Îdiayên peymana nukleerî ya navbera Rûsya-Îranê hêzên Rojavayî xistiye fikaran
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îhtîmal heye di navbera Rûsya-Îranê de peymaneke nukleerî hatibe girêden ku ev yek jî welatên Rojavayê dixe fikaran.
Li gorî Tora El Erebiya, peymaneke nepen di navbera Îran û Rûsyayê de li ser xebatên nukleerî heye û hate gotin, "Li gorî peymanê wê Îran teknîkên pêşketî yên di warê nukleeriyê de li beramberî moşekên balîstîk bi dest bixe. Rojavayî dibêjin ku Tehran ev moşek dane Moskowê da ku di şerê li dijî Ukraynayê bi kar bîne. Li gorî rojnameya Guardian a brîtanî her du aliyan ev agahî derewandin."
Hate diyarkirin ku her çiqas her du aliyan ev agahî red kiribin jî lê îhtîmala ku peymaneke wisa hatibe îmzekirin, hêzên rojavayî xistiye nava fikaran.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin