Di êrîsa komeke çekdar de fermandarekî HSDê bi giranî birîndar bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komeke çekdar a bi navê ‘Berevaniya Mîlî li navçeya Rojhilat / Rojhilatê Firat’ êrîşî karwaneke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezor a li başûrê Sûriyê kiriye û fermandarekî HSDê bi giranî di encama wê êrîşê de birîndar bûye.
Koma çekdaran a bi navê Berevaniya Mîlî li navçeya Rojhilat / Rojhilatê Firat daye xuyakirin ku wan karwaneke leşkerî yê HSDê li gundê Hîsan a li Geliyê Firat li parêzgeha Dêrezorê kiriye armanc.
Li gor daxuyaniya wê koma çekdar, di encama wê êrîşê de cîgirê fermandarê HSDê yê encûmena leşkerî ya Dêrezorê Xelîl Wehiş bi giranî birîndar bûye û 3 pasevanên wî jî jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê îdiaya êrîşê de ji aliyê HSDê ve hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin