Li Kalîforniya ya Amerîka li dijî dawetekê êrîsa çekdarî: 4 kustî, 10 birîndar

30 mijdar 2025 15:35
Li Kalîforniya ya Amerîka li dijî dawetekê êrîsa çekdarî: 4 kustî, 10 birîndar

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Stockon a eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê, di êrîşeke çekdarî ya li hola şahiyan de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Rayedarên polîsên Amerîkayê ragihandin ku li bajarê Stocktonê yê Kalîforniyayê, êrîşeke çekdarî li hola şahiyan li dijî kombûna malbatekê pêk hat ku ahenga rojbûnê li dar dixistin. Palîsan da zanîn ku di êrîşê de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Berdevka Ofîsa Waliyê San Joaquin, Heather Brent ku li cihê bûyerê daxuyaniyek da got, di nav qurbaniyan de zarok jî hene û diyar kir ku nîşanên destpêkê "diyar dikin ku ev dibe ku gulebaranek armanckirî be." Hate diyarkirin ku lêkolîna li ser êrîşê berdewam dike.