Di êrîsa SÎHAya Tirk de fermandarekî HSDê can da
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrîşeke asmanî ya Tirkiyeyê de, fermandarekî hêzên wan can daye.
HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama bombebarana îro 27ê Cotmehê ya Tirkiyê de, fermandar Ferhad Dêrik (Şibilî Şibilî) can daye.
HSDê da xuyakirin, sibeha îro (Înê) bi balafireke bê mirov a xedar fermandarê hêzên me Ferhad Dêrik (Ferhad Şibilî) ê dema serdana mala xwe dikir, li naverasta bajarê Dêrikê yê bakurê rojhilatê bajarê Qamişloyê hedef girt û fermandar Ferhad can da.
HSDê diyar kir ku Fermandar Ferhad Dêrik beşdarî piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst û êrîşên Tirkiyeyê bûye û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin