Di êrîsa SÎHA ya Tirk de fermandarekî HSDê û ajokarek hatin kustin

04 berfanbar 2022 13:33
Di êrîsa SÎHA ya Tirk de fermandarekî HSDê û ajokarek hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafira bêmirov a Tirkiyeyê de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest daye.

Dije Terora Herêma KUrdistanê li ser êrîşa SÎHA ya Tirk a şeva borî bi ser otomobîlekê de li bajarê Amûdê ragihandiye ku fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şofêrêk di otomobîlê de hatine armanc kirin û di encama êrîşê de herduyan can dane.

Di daxuyaniya Dije Terora Herêma Kurdistanê de hatiye gotin, balafira bêpîlot a artêşa Tirkiyê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke hêzên ewlehiyê kiriye armanc û di encamê de fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  û ajokarek hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmê li nêzîkî gundê Sincaq Şêxo yê Rojavayê Kurdistanê li Hesekê, 2 moşek li otomobîlekê ketine.