Fermandarê qereqolê zextan li kurdan dike: Hûn dê deng bidin alîyekî!
PeyamaKurd – Li taxa Koperî yê navçeya Amedê ya Bismilê fermandarê qereqolê zextan li kurdan dike û dibêje hûn dê deng bidin alîyekî, “hûn dê deng bidin alîyekî. Pêwist be ez dê dengên we jî bi kar bînim.”
Li gorî nuçeya Arti Gerçekê, şênîyekî gund û berpirsê sindoqê ku ji ber fişara ewlehîyê nexwest navê wî bihê eşkerekirin dîyar kir ku fermandarê qereqolê duh çû taxa Koperî ya navçeya Amedê ya Bismilê zext li kurdan kirin ku bi yekrengî deng bidin û dîyar kirîye ku pêwist bike ew dê li şûna welatîyan dengan bi kar bîne.
Wê çavkanîyê dîyar kir ku fermandarê qereqolê ji wan ra gotiye bila tu kes neçe ser sindoqê, “, “Hûn dê deng bidin alîyekî. Pêwist be ez dê dengên we bi kar bînim. Xwedêgiravî hun 4-5 meh in li vê derê ne. Hûn tim li vê derê ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin