Pedersen: Agirbesta navbera Tirkiye û Kurdan berdewam dike

18 berfanbar 2024 22:08
Pedersen: Agirbesta navbera Tirkiye û Kurdan berdewam dike

 PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyê yê Sûriyeyê Geir Pedersen, îro 18ê Kanûnê di civîneke rojnamevanî de ragihand, ew bi hêvî ne agirbesta li Sûriyeyê berdewam be.

Geir Pedersen da zanîn ku li hin herêman astengî hene û yek ji wan astengiyan rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye û li ser rewşa Minbicê tekez kir, agirbesta di navbera Tirkiyeyê û kurdan de, bi navbeynkariya Amerîka, berdewam e û ew hêvî dikin çareseriyeke siyasî ji vê pirsê re were dîtin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî, ji bo Sûriyê banga lidarxistina hilbijartinên “azad û dadwerane” piştî bidawîhatina qonaxa veguhêz li welat kir û got ku li bendê ye ev yek piştî sê mehan pêk were.

Herwiha Pedersen diyar kir, “Ev hilbijartin dê di çarçoveya bicihkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya (2254) de pêk werin û dê li gorî destûreke nû ya ku armanc dike ku weke peymaneke civakî ya berfireh ji bo hemû gelê Sûriyê be, pêk were.”