Êzîdiyên Singalê yên li Midyadê dîsa têne nefîkirin!

17 tebax 2018 18:13
Êzîdiyên Singalê yên li Midyadê dîsa têne nefîkirin!

PeyamaKurd- Êzîdiyên Şingalê yên ku niha li kampa AFADê ya Midyadê dinînin, dîsa têne rêkirin. Êzîdiyên li Midyadê berî niha ji Amedê diman û piştî ku şaredariya Amedê kete destê qayyûm de ji wir hatin rêkirinî Midyadê.

Niha êdî ji Midyadê jî têne rêkirin. Di meha Êlûnê de kamp tê girtin. Vê carê jî berê wan li bajarê rojavayê Tirkiyê ye. Êzîdiyên ku li kampê ne, niha ketine tirsa xwe û nizanin wê çi bikin.

Awusturalya hêdî hêdî hinek malbatan digire xwe. Hinek malbat jî hewl didin ku ji xwe re malan kirê bikin.