21 êzîdiyên ku hatibûn rizgarkirin derbasî Singalê bûn

02 adar 2019 16:47
21 êzîdiyên ku  hatibûn rizgarkirin derbasî Singalê bûn

PeyamaKurd - Beşek ji wan revandiyên êzîdî yên ku li herêma Dêrazorê ya Sûriyê ji destê DAİŞê hatibûn rizgarkirin, derbasî devera Şingal ya Başûrê Kurdistanê bûn.

Doh 21 revandiyên êzîdî yên ku li nahiya Baxoz ya parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê, ji aliyê şervanên HSDê ve ji destê DAİŞê hatibûn rizgarkirin, derbasî nahiya Sinûnê ya Şingalê bûn.

Li gorî agahiyan, di nav wan êzîdiyên ku hatine rizgarkirin de 18 zarok û 3 jin hebûn.