195 koçberên hatibûn revandin bi operasyonekê hatin rizgarkirin

10 nîsan 2022 13:58
195 koçberên hatibûn revandin bi operasyonekê hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 195 koçberên ji aliyê bazirganên mirovan ve, li bajarê Benî Welîd ê Libyayê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Li gorî nûçeya kanala Februrary a navenda wê li Trablûsê ye, Tûxaya 444 ji bo rizgarkirina koçberan operasyonek encam daye û 23 jin, du zarok û bi tevahî 195 koçber hatine rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku wan koçberan dixwest, bi rêyên Libyayê bi qaçaxî derbasî welatên Afrîkayê bibin.

Herwiha di nûçeyê de hatiye ragihandin ku ew koçber di dema revandinê de, rastî îşkence, tecawuz û miameleyên xirab hatine û 8 bazirganên mirovan jî hatine girtin.