Nîjerya: 250 xwendekarên ku hatibûn revandin hatin rizgarkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 250 xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên ku li herêma bakurê rojavayê Nîjeryayê dîl hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.
Li welatê ku qeyran lê derbas dibe, çeteyên çekdar gelek caran sivîlan direvînin û fîdyeyê dixwazin.
Hat ragihandin ku bi sedan xwendekarên ku di 7ê Adarê de li bajarê Kurîga yê li bakur-rojavayê Nîjeryayê ji dibistanekê hatibûn revandin hatin rizgarkirin.
Parêzgerê Parêzgeha Kaduna Uba Sanî di daxuyaniya xwe ya îro de agahiyên di derbarê rizgarkirina zarokan parve kir û got: "Xwendekarên ku ji dibistana li Kurîgayê hatibûn revandin, bêyî ku ziyanê bibînin hatin rizgarkirin."
Parêzger Sanî diyar kir ku rewşa tenduristiya zarokan baş e.
Sibeha 7ê Adarê, derdora saet 08:00 li gor dema herêmê, komek bi çekên giran êrîşî dibistana seretayî û navîn a bajarê Kuriga kirin, êrîşkaran nêzîkî 700 zarokên di dibistanê de neçar kirin ku ber bi daristanê ve bimeşin û komek ji zarok û mezinan dikaribûn ji destê hêrişkaran birevin.
Komên çekdar ên li bakur û navenda Nîjeryayê ku gelheya wê ji 213 mîlyonî zêdetir e, gelek caran ji bo revandina sivîlan hêrişan pêk tînin.
Di Avrêla 2014an de, rêxistina îslamiya tundrew Boko Haram ku girêdana xwe bi DAIŞê re ragihandibû 276 zarok ji Chiboka parêzgeha Bornoyê ye revandibûn.
Hin ji van zarokan heta îro nehatine dîtin. Piştî ku Boko Haram û komên cîhadîst ên mîna wê sivîlan û bi taybetî keç û jinan direvînin, gelek caran wan di berdêlên daxwazên siyasî de bikar tînin an jî wan wek kole bikar tînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin