Li Helebê 2 Xwendekarên Kurd Hatin Revandin
Li bajarê Helebê, komên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve du xwendekarên zanîngehê yên bi navê Bangîn Ebod û Ehmed Welîd Omer ku xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ne, revandin.
EuronuNews- Hate ragihandin her du ciwanên Kurd di beşa Endezyariya Sivîl de dixwînin, dema ji zanîngehê vedigeriyan malên xwe, li nêzî kolana El Zihor di bin gefa çekan de hatine girtin û li gorî çavkaniyan agahî ji wan nayê girtin.
Malbatên her du xwendekaran bi bangeke lezgîn gotin ku zarokên wan tenê ji ber nasnameya xwe ya niştecihbûna li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin û tu têkiliya wan bi siyasetê re tune ye.
Malbatan bang li raya giştî û aliyên peywendîdar kir ku ji bo eşkerekirina aqûbeta zarokên wan û berdana wan a bilez destwerdanê bikin, daku bikaribin perwerdehiya xwe ya zanistî berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin