Li Helebê bi dehan Kurdên Efrînê hatin revandin
04 sibat 2025 19:22
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdaran li stasyona Bexdayê ya li Helebê otombîlên welatiyên Efrînê rawestand û bi dehan Kurdên ji Efrînê bêyî ti sedemekê nîşan bidin revandin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, çekdarên nasnameya wan diyar nebûye, îro 4ê Sibatê li stasona Bexdayê ya Helebê otombîlên welatiyên ku ji Efrînê bûn rawestandin.
Hate diyarkirin, çekdaran îşkence li hinek ciwanan kir û bi dehan Kurdên ji Efrînê jî desgîr kirin.
Li gorî çavkaniyan,. sedema girtina xelkên Efrînê ne diyar e û çekdaran ew birine cihekî nediyar.
Heta niha jî nehatiye zanîn bê ew çekdar girêdayî kîjan hêzê ne ku welatî revandine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Efrînê du Kurdên din hatin revandin: Çarenivîsa wan nediyar e
11 brf 2022
Cîhan
Li Girê Spî û Efrînê 13 Kurdên din hatin revandin
05 brf 2021
Jiyan
Hêzên rejîma Sûrî li Helebê 3 Kurdên Efrînê girtin
20 mjd 2024
Jiyan
Di teqîneke li Helebê 5 kes hatin kustin bi dehan kes jî birîndar bûn
20 trm 2020
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin