Efrîn | Du jinên hatibûn revandin bi dayîna pere hatin berdan

10 berfanbar 2020 01:02
Efrîn | Du jinên hatibûn revandin bi dayîna pere hatin berdan

PeyamaKurd – Li Efrînê du jinên ku 2 sal û nîv berê ji aliyê çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve hatibûn revandin, bi dayîna pereyên fîdyeyê hatin berdan.

Hat ragihandin ku her du jin bi dayîna pere hatine berdan lê bavê wan hîn di destê çekdaran de ye û nehatiye berdan.

Li gorî zanyariyan jinên bi navên Loncîn Ebdo (25 salî) û xwişka wê Rojîn Ebdo (18 salî) hatin berdan, lê bavê wan Mihemed ku ew jî 21ê Hezîrana sala 2018an ligel wan hatibû revandin, nehat berdan.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku ew her du jin ji aliyê koma El-Hemze ve hatibûn revandin  û li girtîgeha Martiyê ya nêzî navenda Efrînê hatibûn girtin.