Li Efrînê sivîlek hat gulebaran kirin û 3 jinên êzidî hatin revandin

01 nîsan 2020 20:33
Li Efrînê sivîlek hat gulebaran kirin û 3 jinên êzidî hatin revandin

PeyamaKurd – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin kiryarên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê yên nemirovî berdewam dikin.

Herî dawî hat ragihandin ku li Efrînê sivîlek hatiye gulebaran kirin û çekdaran nehiştiye ti kesek wî rake nexweşxaneyê jî.

Li Efrînê bûyerên kuştin, dizî, talanî, revandin û wergirtina bacê ji şêniyan berdewam dike û her roj nûçeyên bi vî rengî belav dibin.

Herî dawî li gorî çavkaniyên herêmê 3 jinên êzidî hatine revandin ji aliyê komên çekdar ve û bi aramanca ku malên li Efrînê ji şêniyên wê vala bikin, kesê bi navê Dilbirîn Erebo ji gundê Basofanê yê navçeya Şêrewayê ji aliyê çekdaran ve hat gulebaran kirin.

Hat zanîn ku Dilbirîn bi giranî birîndar bûye, lê çekdarên êrîşkar rê nedane ku nexweşxaneya Bab el-Hewa Dilbirîn pêşwazî bike û ew birine nexweşxaneyeke Idlibê.

Li gorî zanyariyan çekdarên koma el Hemzat a girêdayî Titkiyê 3 jinên Kurd ên Êzidî ji herdu gundên Birc Evdalo û Kîmarê revandine. Ji nav gundê Birc Evdalo, çekdarên Koma el Hemzat keçeke 20 salî û diya wê ya 48 salî girtine.

Rêveberê Saziya Êzidyan li Herêma Efrînê Elî Îso jî ragihandiye ku 3 jinên Kurd ên Êzidî ku li herêma Efrînê hatine girtin Xezale Betal, ji gundê Birc Evdalo ye, temenê wê nêzîkî 20 saliyê ye, roja 5ê Adara 2020an hatiye girtin û niha li zindaneke Cindirêsê girtî ye.

Gulê Hesen jî  ji gundê Birc Evdalo ye û ew ji aliyê koma Hemzat hatiye girtin ku temenê wê 48 sal in. Roja 9ê Adara 2020an hatiye girtin û li gundê Birc Evdalo girtî ye.

Herwiha Arîn Dilî Hesen jî ji gundê Kîmarê ye, temenê wê 21 sal in, roja 27ê Sibata 2020an hatiye girtin.