Xweştirîn bajarên bo jiyanê: Ew bajar dîsa bû yekem

01 tebax 2026 11:13

The Economist Group ku kovara cîhanî ya navdar The Economist jî di vê grûbê de ye lîsteyekê bi navê 'bajarên herî xweş ên bo jiyanê li cîhanê' amade kir. Kopenhag careke din di lîsteyê de di rêza yekem de cih girt.

Xweştirîn bajarên bo jiyanê: Ew bajar dîsa bû yekem
Kopenhang

RûpelNews - Li ser 173 bajarên cuda yên li cîhanê ji hêla The Economist Group ve lêkolîn hat kirin.   Li gorî zêdetirî 30 krîterên wek jîngeh, tenduristî, perwerdehî, binesazî xweştirîn 10 bajarên cîhanê hatin hilbijartin.

Di nav krîteran de  paytexta Danîmarkayê Kopenhag bajarê xweştirîn jiyanê yên li cîhanê hat hilbijartin. Sala par jî Kopenhag xweştirîn bajar bo jiyanê hatibû hilbijartin.

Li gorî lêkolînê, '10 bajarên herî baş bo jiyanê' û pûanên wan (li ser 100an) wiha ne:

1-) Kopenhag (Danîmarka) – 98 pûan

  • 2-) Viyana (Awistirya) – 97 pûan
  •  
  • 3-) Melbourne (Awistralya) – 97 pûan
  •  
  • 4-) Sidney (Awistralya) – 97 pûan
  •  
  • 5-) Zürih (Swêd) – 96 pûan

6-) Cenevre (Swîsre) – 96 pûan

  • 7-) Osaka (Japonya) – 96 pûan
  •  
  • 8-) Adelaide (Awistralya) – 96 pûan
  •  
  • 9-) Vancouver (Kanada) – 96 pûan
  •  
  • 10-) Tokyo (Japonya) – 96 pûan