Li Midyadê Êzîdiyên Kurd cejna çarsema sor pîroz kirin
PeyamaKurd – Kurdên Êzîdî yên navça Midyad a bi ser bajarê Mêrdînê, cejna çarşema sor ya serê nîsanê pîroz kirin. Li gor hesabê berê yê Kurmancîİ; meha nîsanê meha bereketê ye ku av dikeve axê û 14ê roja nîsana miladî dike 1 ê nîsana hesabê Kurmancî. Her sal, çarşema serê Nîsanê ji bo Kurdên Êzîdî pîroze û wek cejnê pîroz dikin.
Êzîdiyên Midyadê cejna xwe li tesîsên civakî yên taxa Guvenê pîroz kirin û bi taybetî di roja îro de, di nav Kurdên Êzîdî de adete ku di rojên cejnê de cilên rengareng li xwe bikin bi taybetî cilên heftreng. Kurd govendê girtin, xwarin xwarin û cejna hev pîroz kirin.
Di roja cejnê de adete ku Êzîdî herin ser gorên xwe û miriyan ziyaret bikin. Êzîdîyên Midyadê her sal ji welatên dûr yên ku lê ne, diçin Midyadê û cejna çarşema sor pîroz dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin