Esed: Kurd nikarin, lê Ereb dikarin behsa federasyon û xweseriyê bikin

15 mijdar 2019 20:53
Esed: Kurd nikarin, lê Ereb dikarin behsa federasyon û xweseriyê bikin

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîna ligel Sputnîk û Rossiya 24 a Rûsî de ragihand ku tenê Ereb dikarin behasa federasyonê li bakurê Sûriyê (Rojava) bikin, lewra li wan herêman piranî Ereb in ne Kurd in.

Esed îdia kir ku beşeke mezin a Kurdan li Sûriyê bi salan bêyî ti pirsgirêkên wan hebin jiyane û li dijî hizrên cudaxwaziyê derket û wiha got:

"Fikrên cudaxwaziyê ji hêla siyasî ve di hin komên radîkal de tê dîtin. Hin ji van fikran jî bi avakirina rêveberiyeke federasyon û xweseriyê ya bin deshilatiya Kurdan ve têkildar in. Wekî ku min berê jî gotiye, bakurê rojhilatê Sûriyê herêma Ereban e. Heger hinek behsa mafê avakirina federasyonê li wir bikin, ew jî Ereb in, lewra ew li wê herêmê piranî ne û ev eşkere ye.”

‘Em hewil didin hêzên Kurd razî bikin’

Beşar Esed li ser rêkeftina ligel HSDê jî diyar kir ku ew amade ne hêzên Kurd di çarçoveya hestiyarî û taybetmendiyên herêmê de, tevî nav refên artêşê bikin û li ser bersiva Kurdan jî wiha axivî:

"Lê belê li gorî bersiva em difikirin, hêzên Kurd niha ne amade ne tevlî artêşa Sûriyê bibin û niyeta wan heye çekên xwe yên li van herêman di dest de bigirin. Niha em di çarçoveya hevkariya Sûriye-Rûsya de, hewil didin ji bo beşdarbûna hêzên Kurd a nav artêşê û têkoşîna hevbeş a li dijî dagirkeriya Tirkiyê li bakurê Sûriyê (Rojava) hêzên Kurd razî bikin.”