Li zanîngeha Kobaniyê ferzkirina erebî bûye astengiyek bo kurdan

06 tebax 2026 13:40

Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê li Rojavayê Kurdistanê, ji ber dayîna dersan bi zimanê erebî rûbirûyî astengiyan bûne. Xwendekarên ku perwerdeya xwe ya berê bi kurdî dîtine, diyar dikin ku ew di dersên erebî de zehmetiyan dikşînin û daxwaz dikin ku zanîngeh vegere ser zimanê wan ê dayikê.

Li zanîngeha Kobaniyê ferzkirina erebî bûye astengiyek bo kurdan

RûpelNews - Li gorî nûçeya Kurdistan24ê ew xwendekarên ku hemû qonaxên perwerdeya seretayî û amadeyî li gorî pergala Rêveberiya Xweser û bi zimanê kurdî qedandine, dema derbasî qonaxa zanîngehê dibin, bi pirsgirêka ziman re rûbirû dimînin. Xwendekar diyar dikin ku ji ber ku ders bi erebî têne dayîn, ew ji mijarên zanistî fêm nakin û ev yek bandoreke neyînî li ser serkeftina wan dike.

Mamosteyê Zanîngeha Kobaniyê Mistefa Moro derbarê vê pirsgirêkê de axivî û hebûna vê astengiyê piştrast kir. Moro got: "Rast e, beşek ji xwendekaran bi zimanê erebî zehmetiyan dikşînin, lê ji ber ku hinek ders ji bingehê ve bi erebî hatine amadekirin, em nikarin îsal wan bikin kurdî."

Moro herwiha destnîşan kir ku hinek term û zanyariyên zanistî bi zimanê erebî yan îngilîzî ne û pêşkêşkirina wan bi zimanekî din di vê qonaxê de dijwar e.

Zanîngeha Kobaniyê ku di sala 2017’an de bi perwerdeya kurdî dest bi karê xwe kiribû, piştî vekirina beşên nû, biryara guhertina zimanê dersan da. Li gorî biryara rêveberiya zanîngehê, divê dersên di beşên nû de bi zimanê erebî bête dayîn. Li gorî amaran, niha li Zanîngeha Kobaniyê di 24 beşên cuda de nêzîkî 4 hezar xwendekar dixwînin.

Her çend hinek mamosteyan amadehiya xwe nîşan daye ku xwendekar di azmûnan de bi kurdî bersiva pirsan bidin, lê xwendekar vê yekê wekî "çareseriyeke demkî" dibînin û daxwaza guhertina bingehîn a zimanê perwerdehiyê dikin.

Daxuyaniya xwendekarên Efrîn û Helebê

Ev nerazîbûnên li Kobaniyê di demekê de ne ku "Komeleya Xwendekarên Efrîn û Helebê" jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ferzkirina minhacên erebî yên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê li ser wan xwendekarên ku heta pola 12an bi kurdî xwendine, binpêkirina mafên wan e û têkdana pêşeroja wan e.

Xwendekar daxwaz dikin ku heya amadekirina minhaceke yekbûyî ji bo seranserî Sûriyê, perwerdeya wan di sala 2026-2027’an de li gorî pergala berê were domandin.