Êrişî Silamêniyê hat kirin: Pêşmergeyekî şehîd bû

08 adar 2026 05:33

Li Silêmaniyê di saeetên şev de hin xal rastî êrişên dronan hatin. Li gorî daxuyaniyan, di êrişa de Pêşmergeyekî şehîd bû.

Êrişî Silamêniyê hat kirin: Pêşmergeyekî şehîd bû

RûpelNews - Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, di saetên şevê de li Silêmaniyê şeş êrîşên cuda yên bi dronan pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîşan herêmên li navenda bajêr ku dezgehên dîplomatîk lê ne, û herwiha hin xalên leşkerî kirine armanc.

Du êrîşên cuda li ser baregehên Pêşmergeyan pêk hatin

Li gorî daxuyaniyeke Saziya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê, Baregeha Yekîneyên Pêşmergeyan ya 70emîn a li bajêr, bi çar firokeyên bêmirov ên kamîkaze hat armanckirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di bûyerê de Pêşmergekî şehîd bû.

Teqîn li nêzîkî avahiya Neteweyên Yekbûyî û konsulxaneyan çêbûn

Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku du êrîşên bi dronan herwiha li nêzîkî avahiyên Neteweyên Yekbûyî ya li navenda bajêr û Ofîsa Konsulxaneya Tirkiyeyê, ku navenda serlêdana vîzeya Tirkiyeyê lê ye, pêk hatine.

Desthilatdaran ragihandin ku di êrîşên li ser van cihan de ti ziyanên canî çênebûne û yekîneyên ewlehiyê lêpirsîna xwe li cihê bûyerê didomînin.