Êrişî hêzên Pêşmergeyan hat kirin: Şehîd û birîndar hene
Li gorî zanyariyên destpêkê di êrişê de hin Pêşmerge şehîd bûne û hin jî birîndar bûne.
RûpelNews - Fermandariya Giştî ya Herêma 1emîn a Hêzên Pêşmerge ragihand ku di serê sibêya 24ê Adarê de, bi du êrîşên cuda de bi giştî şeş mûşek li hemberî baregehên Fîrqeya 7anhatine avêtin. Lêbelê, derbarê qurbaniyên di êrîşan de agahî nehatin parvekirin.
Li gorî daxuyaniyek ji Fermandariya Giştî ya Herêma 1emîn a Hêzên Pêşmerge, êrîşa yekem di saet 01.50an de pêk hat û baregeh bi pênc mûşekan hat armanckirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Xweşbextane, ti ziyan çênebû."
Hat ragihandin ku êrîşa duyemîn derdora saet 02.5'an li nêzîkî baregehê, bi taybetî di nav sînorên gundê Kelekînê de, pêk hatiye û tê de mûşekek tenê hatiye avêtin.
Pêşmerge di amadebaşiyê de ne
Di daxuyaniya Fermandariyê de hat gotin ku yekîneyên wan bi temamî hişyar bûn û lêpirsînên derbarê çavkaniya êrîşan de berdewam dikin.
Di vê navberê de, Rûdawê, îdia kir ku di encama êrîşan de şeş Pêşmerge şehîd ketine û di navbera 20 û 25 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Lêbelê, Fermandariya Pêşmergeyan diyar kir ku lêpirsîneke berfireh li ser êrîşan hatiye destpêkirin û ku geşedan tên şopandin.
