Êrişî malbata Gulistan Dokuyê hat kirin

17 nîsan 2026 08:47

Li ber derê Dadgeha Dêrsimê, kesên ku wek xizmên gumanbar Savaş Gulturk xwe dane naskirin, hewl dan êrîşî malbata Gulistan Dokuyê bikin.

Êrişî malbata Gulistan Dokuyê hat kirin

RûpelNews - Dema ku lêpirsîna derbarê gumanbarên doza windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê keça kurd Gulistan Doku a dihare kirin de li derveyî Dadgeha Dêrsimê  alozî derket. Xizmên gumanbaran hewl dan êrîşî malbata Doku bikin.

Xizmên gumanbaran gef li malbata Gulistan Doku xwarin

Dema ku rûniştinên dadgehê yên kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin didomiyan, piştî ku hin xizmên gumanbaran endamên malbatê provoke kirin, di navbera aliyan de alozî derket. 

Hat îdiakirin ku di dema ku lêpirsînê berdewam dikir de xizmên gumanbaran gef li malbata Gulistan Dokuyê xwarin û ji wan re gotin ku ‘ hejmara me ji ya we zêdetir e’.  
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê li derdora dadgehê tedbîr girtin, di heman demê de kesên ku dihat gotin di aloziyê de cih girtine - û wekî xizmên gumanbar Savaş Gulturk  xwe dabûn naskirin - ji aliyê polîsan ve ji deverê hatin dûrxistin.

Berteka malbatê: Bi salan e u em li dadê digerin

Yek ji xizmên Doku li ser bûyeran bertek nîşan da û diyar kir ku ew demeke dirêj e li dadê digerin û rastî êrîşan hatine.
Xwişka Glistan Doku, Aygul Doku, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gef li wan hatine xwarin û daxwaz kir ku lêpirsîn bi dawî bibe û sûcdar bên cezakirin. Malbatê tekez kir ku ew naxwazin di vê pêvajoya ku bi salan e didome de rastî bêtir bêedaletiyan werin.