Erdogan: Em ê bi Siûdî re di hemû waran de serdemeke nû bidin destpêkirin

29 nîsan 2022 00:08
Erdogan: Em ê bi Siûdî re di hemû waran de serdemeke nû bidin destpêkirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, beriya serdana xwe ya Erebistana Siûdî îro li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê derbarê wê serdanê de daxuyanî dan.

Erdogan got ku bi vê serdana wî re wê serdemeke nû bo pêwendiyên ‘herdu welatên bira’ were destpêkirin.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir, “Di çarçoveya vê serdana min de, em ê pêwendiyên Tirkiye û Erebistana Siûdî yên di hemû waran de berçav bikin.”