Erdogan: Em di hemû waran de li pêsiya Ewropayê ne!

24 tebax 2022 22:58
Erdogan: Em di hemû waran de li pêsiya Ewropayê ne!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 24ê Tebaxê di merasîmeke karsazên Tirk de derbarê aboriyê û enflasyona zêde ya bihayîyê de daxuyanî dan.

Erdogan zêdebûna enflasyona Tirkiyê ya ji sedî 80yî derbas kiriye û ya Ewropayê ku ji sedî 9 e da ber hev û got, “Ya wan ji sedî 9 e, lê encamên wê yên aborî û civakî ne wekî ya me ye. Divê pêşî ev bê nirxandin.”

Di dewamê de jî Erdogan bal kişand ser pêşketîtirbûn Tirkiyê ji welatên Ewropayê û diyar kir, “Hûn di kîjan warî de welatê me û Ewropayê berawird bikin jî kefeya mêzênê ya me, ji ya wan girantir tê.”

Erdogan herwiha îdia kir ku welatiyên Ewropayê ji ber kêmbûna mûçeyê û êdî bêzar bûne nikarin xurekan jî dabîn bikin û got, “Yek ji van pirsgirêkan jî li welatê me nîne.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan, van daxuyaniyan piştî nerazîbûnên welatiyan li hemberî krîza aborî dide ku niha aboriya Tirkiyê bi zêdebûna enflasyonê û daketina nirxê lîreyê Tirk li hember dolarê Amerîkî, ketiye rêzên herî dawî yên welatên cîhanê.