Erdogan: Em bi Nêçîrvan Barzanî re li ser gaza sirustî axivîn
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê di vegera ji Ukraynayê de ligel rojnamevanan axivî û bersiv da pirsên wan.
Erdogan li ser pirsa naveroka civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya du roj berê pêk hatibû got ku ew di hevdîtinê de li ser mijara gaza siruştî axivî ne.
Erdogan diyar kir: “Nêçîrvan Barzanî hemû hewlan ji bo çareserkirina pirsgirêka gaza siruştî dide û ji min re got, piştî vegerê ew ê li gel hikûmeta navendî û hemû aliyên pêwendîdar di vê derbarê de gotûbêjan bike.”
Erdogan herwiha da zanîn: “Nêçîrvan Barzanî li Herêma Kurdistanê be jî, em gotûbêjê li ser mijarên navendî yên Iraqê jî dikin û me gotûbêj jî kirine. Dostaniya me ya li gel Nêçîrvan Barzanî pir cuda ye û pêwendiya navbera me di asteke gelek bilind de ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin