Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Antalyayê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya 2026an de li Antalyayê civiyan.
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.
Civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan de ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.
Pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê hatin axaftin
Di rojeva hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê de bipêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê hebû.
Her wiha bihêzkirina têkiliyên di navbera Bexda û Enqereyê de jî yek ji mijarên sereke yên civînê bûn.
“Me li ser bihêzkirina pêwendiyan gotûbêj kir”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re peyamek belav kir û got, “Ez kêfxweş bûm ku min îro li Antalyayê Serok Recep Tayyîp Erdogan dît. Me li ser bihêzkirin hevkariya di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de gotûbêjeke cidî kir. Her wiha me ji hev re bîr û nêrînê xwe yên li ser rûdanên herêmê anî ziman."
Pêbendiya bi aramî û bipêşketinê
Nêçîrvan Barzanî amaje bi hewlên ji bo aramiya herêmê da û wiha wiha got, "Me tekez kir ku her du alî jî ji bo bipêşxistina aramiya herêmê, bipêşketin û ewlehiya hevbeş pêbend in.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha ji ber “serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam ên ji bo kêmkirina aloziyan û aramiya herêmê” spasiya Erdogan kir.
Erdogan derbarê civînê de daxuyaniyê girîng da
Derbarê hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê daxuyaniyek ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan got, “Pevçûna ku bi êrîşên neqanûnî yên li ser Îranê dest pê kir, tevahiya herêmê westandiye, û ku hewldanên Tirkiyeyê, bi koordînasyona welatên têkildar, bi tundiyeke zêdetir berdewam dikin da ku şer bi temamî bi dawî bînin û aştiyeke mayînde bi dest bixin.”
Erdogan diyar kir ku geşedanên li Tengava Hurmuzê girîngiya cihêrengkirina rêyên dabînkirina petrolê xistine ber çavan, ku di vê pêvajoyê de girîngiya Korîdora Geşepêdanê careke din hatiye nîşandan û ku lezkirina prosedurên têkildarî projeyê dê ji bo her kesî sûdmend be.
"Hewldanên ji bo bidawîkirina şer dê berdewam bikin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du serokan di hevdîtina xwe de li ser geşedanên herî dawî yên li herêmê gotûbêj kirine.
Hat tekezkirin ku Erdogan, diyar kir ku senaryoyên cudakariyê yên ku ji bo Îranê tên pêşniyarkirin dê sûdê nedin kesî. Erdoga got, “Parastina aramiyê li Iraqê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”
