Enqere | Nêçîrvan Barzanî bi Recep Tayyîp Erdogan re civiya

16 cotmeh 2024 18:02
Enqere | Nêçîrvan Barzanî bi Recep Tayyîp Erdogan re civiya

PeyamaKurd –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Kulliyeya Serokatiyê ya li Enqereyê, bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya beriya serdanê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê de, ew dê bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re li ser bihêzkirina pêwendiyên Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêjan bikin.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li herêmê û mijarên cuda yên ku her du aliyan eleqedar dikin bên gotûbêjkirin.

Herwiha tê payîn ku ev serdan bibe sedema bihêzkirina hevkariyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê.