Erdogan bertek nîsanî plana Xezzeyê ya Trump da!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hêza tu kesî tune ku gelê Xezzeyê ji welatê wan "ezelî û ebedî" derxîne û got, "Pêşniyarên ku rêveberiya Amerîkayê derbarê Xezzeyê de pêşkêşî me dike ne hêjayî nîqaşê ne."
Erdoganê Malezyayê ji ber serdana xwe ya Endonezya û Pakistanê roja Yekşemê 9ê Sibata 2025an li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Erdogan diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku di bin serokatiya Serokomar Ehmed Şera de rewşa Sûriyê di demeke herî kurt de aram bibe û got, "Ji ber ku li gelek deverên welêt gorên komî tên kolandin, rûyê xwînmij ê rejîma Esed û şebbihayên wê derdikeve holê."
Erdogan bal kişand ku "tevî lîstikên Îsraîlê" pevguhertina hêsîr û girtiyan dewam dike û got, "Em bi kêfxweşî dibînin ku Hamas li ser soza xwe dimîne. Mixabin em dibînin ku rêveberiya Îsraîlî li şûna ku agirbestê mayînde bike, planên hovane û nemirovîtir li ber çavan digire.
Hêza tu kesî tune ku gelê Xezzeyê ji welatê wan ê ebedî ku bi hezaran sal kevn e derxîne.” Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Filistîn di nav de Xezze, Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat jî ya Filistîniyan e û wiha dewam kir: “Pêşniyarên ku ji aliyê rêveberiya nû ya DYAyê ve di bin zexta Rejîma Siyonîst de derbarê Xezzeyê de tên kirin ji aliyê me ve bêqîmet in.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin