Wezareta Karên Derve ya Çînê bertek nîsanî plana Trump a Xezeyê da

12 sibat 2025 18:32
Wezareta Karên Derve ya Çînê bertek nîsanî plana Trump a Xezeyê da

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku xelkê Xezeyê ji bo armancên “ji nû ve avakirinê” divê welatê xwe biterikînin û biçin Misir û Urdunê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Guo Ciakun di bersiva pirseke rojnamevaniyê de derbarê vê plana Trump a Xezeyê de tekez kir ku ew li dijî koçberkirina bi darê zorê ya xelkê Xezayê ne.

Guo Ciakun berdevk diyar kir, “Xeze ya gelê Filistînê ye û beşek ji axa Filistînê ye,” û destnîşan kir ku Çîn bi xurtî piştgiriya maf û serweriya gelê Filistînê dike û li dijî koçberkirina bi darê zorê ya gelê Xezeyê ye.

Guo Ciakun got:

“Hikûmeta Filistînê ku ji aliyê gelê Filistînê ve tê hilbijartin prensîbeke girîng e û divê piştî şerê li Xezeyê rêz ji vê prensîpê re bê girtin. Ji îro pê ve, civaka navdewletî û bi taybetî aktorên herêmî divê bi roleke çalak rabin ji bo misogerkirina agirbesta li Xezeyê, bilezkirina alîkariyên mirovî û alîkariya ji nû ve avakirinê.”