Sandeyeke Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
PeyamaKurd – Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana Norwecê kir û bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê civiya.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hewl dide bi rêya hevdîtinên xwe yên dîplomatîk, geşedanên dawîn ên li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser, bi welatên Ewropayê re parve bike.
Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser, 18ê Tebaxê li paytexta Norwecê Osloyê bi şandeyeke payebilind a Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya.
Li gor zanyariyan, şande ji hevserokê Desteya Têkiliyên Karên Derve Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê welatên Skandînavyayê Şiyar Elî û nûnera Rêveberiya Xweser ê Norwêcê Hindirîn Betî pêk hat.
Herwiha di pêşwaziya wan de, endamê Parlamentoya Norwecê Seher Aydar, Berpirsê Têkiliyên Karên Derve û Parastinê Eric Fold, Berpirsê Komîteya Destûrê John Brooks û Berpirsa Kar û Barên Penaberan Melli Natalia Kelly amade bûn.
Hat eşkerekirin, şandeya Partiya Sor piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re aniye ziman û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin