Wezareta karên derve ya Amerîka: Herêma Kurdistanê hevkarê me yê stratejîk e

28 adar 2023 04:38
Wezareta karên derve ya Amerîka: Herêma Kurdistanê hevkarê me yê stratejîk e

PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku Herêma Kurdistanê hevkarê stratejîk yê Amerîkaye. Patel weha got:

“Iraq û Herêma Kurdstanê hevkarên stratejîk yên Amerîka ne. Rêvebirên Amerîkayê gelek caran ji bo hukumeta Herêma Kurdistanê û ya hukumeta Federal ya Iraqê re got ku arîşeyên li ser budçe, xaz û petrolê çareser bikin. Demekî dirêje ku têkiliyên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê re hene. Em dibînin ku hukumeta Kurdistanê û hukumeta federal ya Iraqê dixebitin da bigihên encamekî. Hem em bang li Iraqê û Tirkiyê dikin ku car din îxracata petrolê bidin destpêkirin.”