Şêwirmendê Erdogan bi tundî bertek nîşanî Ahmet Turk da

12 gulan 2026 17:33

Şêwirmendê Sereke yê Serokomarê Tirkiyeyê Oktay Saral, li hemberî şîroveyên Ahmet Turk ên derbarê bilindbûna Amedsporê bo Lîga Super de bertek nîşan da.

Şêwirmendê Erdogan bi tundî bertek nîşanî Ahmet Turk da

RûpelNews - Ahmet Turk, di daxuyaniyekê de ji bo RûpelNewsê derbarê derbasbûna Amedspor bo Lîga Super de gotibû, "Em wan pîroz dikin. Em pir kêfxweş in. Tîmek a Kurdistanê derket Super Lîgê. Ez bi hêvî û bawer û ez serkeftinê ji wan re dixwazim."

Oktay Saral, Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi gotinên tund bersiv da Ahmet Turk.

Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de, Saral ev gotin:

"Bila ewên ku difikirin ku bi nenaskirina nav, ala û dewleta vî neteweyî siyasetê dikin, vê bizanibin: Li ser vê axê dewleteke bi navê 'Kurdistan' tune ye û dê tu carî jî çênebe.

Navê vê dewletê Komara Tirkiyeyê ye! Ne hedê kesî ye ku bi rêya futbolê daxwazên cudakariyê gur bike. Ev netewe hezar sal in bira ne; ti gotara fitnekar nikare vê yekîtiyê bişkîne.

Dema tu diaxivî, divê tu sînorên xwe, cihê xwe û hedê xwe bizanibî!"