Erdogan Amedspor pîroz kir

02 gulan 2026 20:14

Amedspor derbasî Lîga Super a Trendyolê bû. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê peyameke serkeftinê ragihand.

Erdogan Amedspor pîroz kir

RûpelNews - Erdogan di peyama xwe de wiha got: 
"Ez ji dil û can Amedsporê, ku dê sezona bê li Şampiyoniya Super a Trendyolê Diyarbekira me temsîl bike, ligel tevahiya kulûbê û xelkê Diyarbekirê yê delal pîroz dikim û ji wan re serkeftinên herî baş dixwazim."