Goztepeyê peyama pîrozbahiya Amedsporê paşve kişand

05 gulan 2026 18:19

Goztepesporê ragihand ku wê peyama pîrozbahiyê ya ku piştî derbasbûna Amedsporê bo Lîga Superê weşandibû, paşve kişandiye. Kulûbê sedemên vê biryarê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Goztepeyê peyama pîrozbahiya Amedsporê paşve kişand

RûpelNews - Di daxuyaniya Goztepeyê de, bal hate kişandin ser hêza yekîtiyê ya werzîşê, û hate destnîşankirin ku heta niha serkeftinên hemû kulûban bi rêzdarî hatine pêşwazîkirin û Amedspor jî di vê çarçoveyê de hatiye pîrozkirin. Lêbelê, hate ragihandin ku peyama pîrozdbahiya Amedsporê, li gorî mebesta wê ya eslî nehatiye fêmkirin û berevajî wê hatiye şîrovekirin û ev yek bûye sedem ku alîgirên kulûbê bibin armanc. Ji ber vê yekê, hate destnîşankirin ku peyama pîrozbahiyê hatiye rakirin û hestiyariyên alîgiran li ber çavan hatine girtin.

"Nirxên civaka me dê her dem li pêş bin"

Di daxuyaniyê de her wiha hate tekezkirin ku, her çend ew baweriya xwe bi ruhê yekîtiyê yê werzîşê diparêzin jî ew dê rêzê li nirx û hestiyariyên civakê bigire.
Li ser medyaya civakî bertek hatin dayîn

Di vê navberê de, biryara Goztepe ya vekişandina peyama pîrozbahiyê, li ser medyaya civakî bû sedema bertekeke berfireh.