Erdheja li Meresê li gelek welatan hat hîskirin

06 sibat 2023 13:28
Erdheja li Meresê li gelek welatan hat hîskirin

PeyamaKurd – Li navçeya Pazarcika Mereşê di saet 04:17an de bi pileya 7,4 erdhejek pêk hat.

Piştî erdheja ewil, gelek erdhejên piştî erdhejê hatin tomarkirin, ku ya herî mezin 6,6 bû.

Erdhej li Sûriye, Iraq, Lubnan, Urdun û Îsraîlê jî hat hîskirin.

Hat parvekirin ku li bajarên Heleb û Hemayê yên Sûriyeyê avahî hilweşiyan û li paytext Şamê gel daket kolanan.

Kesên ku erdheja li Beyrûta paytexta Lubnanê hîs kirin malên xwe terikandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu diyar kir, parêzgehên erdhejê bandor lêkirine, Maraş, Hatay, Dîlok, Osmaniye, Meletî, Adiyaman, Edene, Diyarbekir, Kilîs û Riha ne.

"Ji gelek cihan rapor hene. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin. Karê me yê ewil lêgerîn û xelaskirinê ye. Tîm di nobetê de ne, hişyariya asta 4an hatiye dayîn. Alîkariya navneteweyî jî di nav de ye."

Li hin cihan qelebalixiyeke cidî heye. Girîng e welatî wesayîtan neçin cihên ku lê ne, da ku em rê li ber tîmên lêgerîn û xelaskirinê yên ambulansê vekin."