Erdheja Elezîzê li 6 welatan hat hîskirin

25 rêbendan 2020 14:09
Erdheja Elezîzê li 6 welatan hat hîskirin

PeyamaKurd Erdheja Elezîzê ya bi dijwariya 6.8an ligel bajarên derdorê li Iraq, Sûriyê, Ermenistan, Lubnan û Îsraîlê jî hat hîskirin.

Erdheja Elezîzê (Xarpêtê) ya bi dijwariya 6.8an ligel bajarên derdorê yên bakurê Kurdistanê yên wekî Meletî, Diyarbekir, Mêrdîn, Dîlok û Dêrsîmê li Iraq, Sûriyê, Ermenistan, Lubnan û Îsraîlê jî hat hîskirin.

Li 6 welatan 120 milyon însanan erdhej hîs kir

Navenda Sismolojiyê ya Derya Spî-Ewropayê ragihand ku erdheja Elezîzê ligel bajarên derdorê li welatên Iraq, Sûriyê, Ermenistan, Lubnan û Îsraîlê jî hat hîskirin.

Herwiha li gorî wê navenda sîsmolojiyê, erdhejê bi giştî bandor li 120 milyon însanî kiriye ango 120 însanan deprem hîs kiriye.


Hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibin: 20 kes mirin û 1015 kes jî birîndar bûn