Îran: Hurmuz vekiriye lê ne ji hemû welatan re!
Îranê derbarê Tengava Hurmuzê de daxuyaniyeke nû ragihand. Rayedarên Îranê gotin ku Tengava Hurmuzê vekiriye lêbelê ew ne ji bo hemû welatan vekiriye.
RûpelNews - Elî Ekber Welayetî ku Şêwirmendê Sereke yê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî ye û yek ji siyasetmedarên sereke yên Îranê ye, diyar kir ku Tengava Hurmuzê dê "ji dijminên Îranê û hevpeymanên wan re girtî bimîne".
Welayatî, ku şêwirmendê sereke yê serokomarê Îranê ye, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku her çend Tengava Hurmûzê bi giştî ji bo bikaranîna navneteweyî vekirî be jî, ew ê ji bo aktorên dijminê Îranê girtî bimîne.
Bersiva Trump da
Welayetî, amaje bi îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê pêvajoya şer de got, "Şer ne bi kelecan û xeyalên êrîşkaran, lê belê bi stratejî û desthilata Îranê dê bi dawî bibe."
